Wezareta Berevaniya Emrîka:Rizgarkirina Girê Spî girînge
Peyvdarê Fermî yê Wezareta Berevaniya Emrîka Kolonîl Sitîf Warn di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku, rizgarkirina bajarê Girê Spî girîng e ku rêya gihandina alîkariyê ji bo DAIŞ`ê hatiye qut kirin, her weha çekdarên biyanî jî êdî nikarin xwe bigihînin nava rêzên DAIŞ`ê.
Warn ragihand ku, rewşa DAIŞ`ê li Girê Spî gelekî xirape ku nekariya li hemberî hêrişên Hêzên Kurdî û Artêşa Azad xwe rabigre.
Derbarê tometbarkirina Hêzên YPG`ê ya derbarê koçberkirina Ereb û Turkmenana ji wê herêmê jî Peyvdarê Fermî yê Pentagun`ê got: Heya niha tiştekî wusa me nebihîstiye, lê eger ew tişt rastbe, ew tişt bi tu awayî nayê pesend kirin.
Xendan
