Wezîrê tirk: Hêzên navdewletî piştgiriyê didin PYDê
Faruq Çelîk di hevpeyvînekê de ji televîzyoneke Tirkiyeyê re ragihand: Pêwîst e Tirkiye vê rewşa ku niha li Girê Spî derketî, bi rêya dîplomatîk çareser bike û helwesta xwe li hember bûyeran eşkere bike.
Çelîk herwiha anî ziman, ku çawa PYDê tişta ku li Kobanî qewimiye nepejrand, divê tiştên wiha li Girê Spî neke û gelên ereb û tirkman qebûl bike û rê li pêşiya koçberan negre.
Wezîrê Ewlekariya Civakî li Tirkiyeyê derbarê girêdana pêvajoya aştî û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê de got, pêwîst e maseya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bimîne û bê pêşxistin û mafên welatiyên Tirkiyeyê jî bên dayîn.
Rudaw
