• Wednesday, 18 February 2026
logo

Karayilan HDP`ê rexne dike

Karayilan HDP`ê rexne dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan ragihand ku, çareseriyek bêyî azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji bo wan ne çareserî ye. Her weha jî rexne kir ku nêzîkatiya HDP tenge.

Di çavpêkeftinekê li gel ajansa ANF, Karayilan ragihand ku azadiya Rêberê PKK Abdulah Ocalan ji bo wan esas e û got: “Beriya her tiştî, çareseriyek bêyî azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, ji bo me ne çareserî ye.”

Karayilan got: “Ev dewlet dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike û Tirkieyyê demokratîk bike, yan naxwaze? Ji ber ku xala navendî di avakirina koaîsyonan de jî ev e.”

Rexne li HDP girt , Karayilan got:” Di vî warî de HDP jî xwedî nêzîkatiyeke teng e. HDP, mîna ku pirsgirêkeke bi vî rengî nîne dibêje 'em ê bibin mûxalefeteke têkoşer a bi rûmet'. Hela destpêkê em çareseriya vê pirsgirêkê zelal bikin. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, dewleta Tirk nikare ber bi pêş ve gavekê biavêje. Pirsgirêka Kurd çareser nebe, li ser navê demokratîkbûyînê çi were gotin, wê fort be.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd êdî gihaştiye asta herî bilind û got: "Ya wê çareser bibe, yan jî ev gel wê êdî rêya xwe bi xwe diyar bike. Navbera vê nîne. Dema em vê dibêjin jî em gefê li kesî naxwin."

Karayilan anî ziman ku gelê Kurd di nava sîstemeke demokratîk û xweser de dixwaze bi Tirkiyeyê re bijî û got: "Eger hêzên siyasî yên Tirkiyeyê xwe nêzî vê nekin, hingî wê gelê Kurd avakirina sîstema xwe ji aliyê xwe ve, esas bigire. Bi hêza xwe dikare sîstema xwe ya kantonî ava bike."

Xendan
Top