DAIŞê balafireke şer a Iraqê xist
Rêxistina DAIŞê li ser malper û rûpelên medyaya civakî yên xwe ragihandiye, balafireke şer a Iraqê li nêzîkî bajarê Rumadî ji aliyê çekdarên wê ve hatiye xistin.
Rêxistinê her wiha gotiye, wê balafira Iraqê li bakurê Rumadî li baregehên çekdaran dida lê ji aliyê çekdaran ve hat xistin.
Rayedarekî milîsên sunnî yên Iraqê ku bi navê “Sehwe” tên nasîn, jî piştrast kir ku balafireke Iraqê ketiye.
Çekdarên DAIŞê dawiya meha Gulana îsal bajarê Rumadî (navenda parêzgeha Enbarê) yê Iraqê girtin.
Ev demek e artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên şîe û balafirên şer hewl dide bajêr bigire lê li gorî agahiyan, heta niha nekarîne pêşde biçin.
Rudaw
