• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurdistan bo firotina petrol xwe rêyek din hildibijêre

Kurdistan bo firotina petrol xwe rêyek din hildibijêre
Civata Kurdistanê bo Petrolê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya û di wê civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, eger Bexda pêbendî rêkeftinê nebe, Kurdistan dê rêyek din hilbijêre.


Duh çarşemî 17/6/2015 Civata Kurdistanê bo Karûbarên Petrolê ligel her 5 aliyên siyasî yên beşdar di hikûmeta Kurdistanê de civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên derbarê kêşeyên petrolê ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin û hate gotin ku hikûmeta Kurdistanê girêdayî bi peymana îmze kirî û proje qanûna bûdceya sala 2015an bûye lê belê hikûmeta Iraqê girêdayî peyman û proje qanûnê nebûye.

Di civînê de tekez li ser wan çar xalan hate kirin.

1- Hikûmeta Kurdistanê dixwaze tevahiya kêşeyên xwe bi rêya danûstandinê ligel Bexdayê çareser bike, jiber ku ev yek dê xizmeta berejwendiyên Kurdistan û Iraqê bike.

2- Eger hikûmeta Iraqê girêdayî bi proje qanûna bûdceya sala 2015an nebû, vê demê hikûmeta Kurdistanê neçare bo dabînkirina pêdiviyên jiyana xelkê hizra stendina tedbîrên din bike.

3- Aliyên siyasî piştgîriya her cure biryareke hikûmeta Kurdistanê dikin ku ji bo çareserkirina kirîza han bistîne.

4- Piştî derkirina her cure biryarekî hikûmeta Kurdistanê hîn jî dixwaze kêşeyên xwe yên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike.

Top