• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDKê kandîdê xwe bo serokatiya herêmê ragihand

PDKê kandîdê xwe bo serokatiya herêmê ragihand
Endamekî pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê kandîdê partiya xwe bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere dike û dibêje divê aliyên siyasî di destûrde babeta yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê yekalî bikin.

Endamê pîlotbîroya PDKê “Mehmûd Mihemed” ji KNN re ragihand: “Em li gel wê ne ku sîstema hikmraniyê li Herêma Kurdistanê perlemanî be lê divê gel rasterast serokê herêmê hilbijêre û derbarê pirojeyên aliyên siyasî ji bo pirsa posta Serokatiya Herêma Kurdistanê navborî got: “Gerek aliyên siyasî li hêviya komîta 21 kesî mabana û ev pirs di rêya destûrê de yekalî bikrana.”

Herwiha Mehmûd Mihemed tekez kir, PDKê li gel hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ye û ji bo wilayeta bê jî “bi tenê kandîdê me Mesûd Barzanî ye”

Basnews
Top