Mesrûr Barzanî û Thomas Anthony Beckett civiyan
Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê pêşwaziya General Thomas Anthony Beckett kir.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybet yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarê asayîşa Kurdistanê Thomas Anthony Beckett û heyeteke pê re kir ku ji hijmareke Şêwermendên leşkerî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû, behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlekarî ya deverê, Îraq û Kurdistanê û herwiha şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin û hate gotin ku bo şerê bejayî yê hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê pirçek kirina hêzên pêşemrge pêwîste.
Di vê derbarê de Beckett behsa rola qehremanane ya hêzên pêşmerge kir ku karîne tilîsma terorîstan bişkîne û got: Pêşmerge ew yek îsbat kir ku hêjayê her cure piştgîrî kirinê ye û cêyê rêz û rêzdariya eniya dijî terorîzimê ye.
Nav hatî herwiha jiber ew aramî û asayîşa ku serbarî şerê dijî terorîstan li Kurdistanê de hatiye dabînkirin destxweşiya hêzên ewlekarî û leşkerî yên Kurdistanê kir.
Her di hevîtina han de her du alî nêrînên xwe yên derbarê hemahengî û hevkariya zêdetir bo şerê dijî terorîstan lihev weguhastin û eşkere kirin ku DIŞI bi tenê ne li ser deverê metirsiye belku metirsiye bo ser asayîşa cîhanê.
Di dawiya hevdîtnê de heyeta Berîtanî tekez li ser piştgîriya Berîtanyayê bo Kurdistan û hêzên pêşmerge kir.
