• Wednesday, 18 February 2026
logo

Salih Mislim: YPG dê ji Girê Spî derkeve

Salih Mislim: YPG dê ji Girê Spî derkeve
Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku piştî ku rewşa bajarê Girê Spî aram bû hêzên YPGê dê ji wir vekişin û rêveberiya bajêr radestî sivîlan bikin.

Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser rizgarkirina bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê re axivî.

Salih Mislim diyar kir ku piştî ku rewşa bajêr aram bû, metirsiyên li ser bajêr neman hêzên YPGê û hemû hêzên çekdar dê ji wir vekişin û rêveberiya bajêr bidin destê sivîlan.

Mislim her wiha got, piştî ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina bajêr hatin girtin wê çaxê dê bang li xelkê deverê yên ji ber şer reviyane, bikin da ku vegerin malên xwe.

Li ser bikaranîna deriyê sînorî yê navbera Girê Spî û Tirkiyê jî Mislim got, em amade ne di vî warî de bi rayedarên Tirkiyê re danûstandin û hevkariyê bikin. Em nabêjin bila derî tenê di destê YPGê de be em dixwazin bi alîkariya hêzên Artêşa Azad a Sûriyê vê yekê bikin.

Hevserokê PYDê li ser fikar û tirsên Tirkiyê jî got, bila Tirkiye asûde be çimkî eger ew asûde bin emê jî asûde bin.

Salih Mislim li ser îdiayên ku dibêjin YPG, ereb û tirkmenên Girê Spî derdixe jî got, ti kes nikare mirovan ji mal û warê wan derxîne. Ev tohmet, bêbin û derew in.

Bajarê Girê Spî û beşek mezin ji gundên wê herêma Rojavayê Kurdistanê roja 15ê vê mehê ji aliyê hêzên YPG û Volaka Feratê ve û bi alîkariya balafirên şer hatibû rizgarkirin.
Top