Balyozê Îraqê: çekên gihane Pêşmerge kêmin
Di destpêka civîna xwe de Balyozê Îraqê behsa çalakiyên vê dema dawî yên balyozxaneya welatê xwe li Elmanya kir û giringiya hin ji civîn û hevdîtinên wan bi serkirde, Hikûmet û aliyên biryarderên Elman û serdana vê dawî a serokwezîrê Îraqê bo beşdariya Civîna G7 li bajarê München ê.
Dr. Hûsên El-Xetîb diyar kiri ku di civîna G7 de du rojan babetên giring û taybet liser rewşa Îarqê û Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Amerîka Obama, serokwezîrê Birîtanya Kamêron û Rawêjkara Elmanya Mêrkel ligel Heyder Ebadî hatin behis kirin.
Herwiha diyar jî kir ku di civînên taybetên Heyder Ebadî ligel wan sê serokan de behsa têkelî û kêşeyên navebra Herêma Kurdistan û Hikûmeta navendî li Begdayê hat kirin, hemî alî cexit liser bihêzkirina têkeliyan û vedîtina rêyên çareseriyê bo kêşeyên navebra Hewlêr û Begdayê kirin.
di aliyekî din de ji hevdîtina xwe bi nûnerên partî, rêxistin û komeleyan behsa bizav û projeyên welatê Elmanya kirin bo alîkarî û gihandina xizmetên pêwîst bo penaberan taybet li Herêma Kuridstanê û wan nawçeyên derveyî îdara Herêmê ku rewşa penaberan di astek ne baş de ye û pêwîstî bi xizmetên lezgîn hene.
Dr. El-Xetîb eşkere jî kir ku rewşa Îraqê başe û têkilî û jiyana pêkhateyên Îraqê zor başin û ti kêşeyên tayîfî navbera wan de nînin, belku hemû Olên cuda rêzê lihev digirin û hemî neteweyên li wî welatî de dijîn weke birane, lê mixabin ku siyasetmedarên me tayîfî hizir dikin û kar jî wisa dikin ev jî xizmetê nagehîne pêkvejiyanê li welatê me.
Liser dana çekan ji aliyê Elmanya û hin welatan ve bo hêzên Îraqê û Hêzên Pêşmerge balyozê Îraqê wisa got: çekên digehên destên Pêşmerge û hikûmeta me, baş nînin ne di astek baş dene, raste Mîlano û hin coreyên din yên çekan dane, lê kêmin û pêwîstî bi zêdetir heye.
Herwiha got jî ku, ev welat bi xêra xwe çekan nadin, belku hemî ji dahatê welatiyên me diçe, her çend em spasiya wan dikin ku xwe nêzîkî gelê me kirin û destpêkirine bo alîkariyê, ez hêvî dikim jî ku ev destpêk be û berdewam jî bikin.
El-Xetîb got jî: “welatê Elmanya projeyên baş araste kirine û dane destpêkirin bo xizmetkirin û gihandina pêdawîstiyan ev jî giringe, lê em bihitir dixwazin di warên perwerdeyî, çandî, çandin û tendirustiyê alîkariya me bikin.
Sebaret bi DAIŞê jî Balyozê Îraqê got: “Amerîka, Birîtaniya û Elmanya soza jinavbirina wê grûpa terorîstî dane û wê alîkariya me jî bikin .”
di dawiya axaftinên xwe de Dr. Hûsên El-Xetîb behsa hevdîtinên xwe ligel wezîrê Elmanya Gêrd Mûler kirin ku beriya demekî serdana Kurdistanê kirbu û hevdîtin ligel Hikûmeta Kurdistan û Parêzgarê Hewlêrê kirbûn, Balyoz got jî: “ Mûler ji wî re behsa pêşkeftin û pêşhatên Kurdistanê kirine, lê daye diyarkirin jî ku hebûna ewqas Penaberan li Hherêmê bargiraniyeke bo Hikûmeta Herêmê û divê em zêdetir alîkariyan bigehînin wan, sebaret dever û navçeyên Îraqê jî Mûler soz daye serdana wan deveran jî bike.
basnews
