Hikûmeta Kurdistanê xwe yekalî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Encûmena Petrol û Xazê ligel serok frakesyonên Parlementoya Kurdistanê ji bo pirsa şandina petrolê liveh dicivin.
Serokê Frakesyona Komela Islamî ya Kurdistanê, Merwan Gelalî îro, 17ê Hezîranê, ji BasNewsê re ragihand ku “dê pirsa şandina petrolê bi rêya kompaniyaya SOMO” di civînê de were gorûbêjkirin.
Merwan Gelalî aşkere kir jî ki, dê hemû arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li civîna Serokwezîr û Encûmena Petrol û Xazê ligel serokê her 5 frakesyonên Parlementoya Kurdistanê werin behiskirin.
Piştî civînê jî, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara xwe ya dawî derbarê şandin yan ne şandina petrolê bi rêya Iraqê, yekalî bike.
basnews
