ENKSê 3 kursiyên rêveberiya xwe ji kurdên êzîdî re veqetand
Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand, sêyemîn kongreya ENKSê ku duh li bajarê Qamişlo dest pê kiribû, derengiya şeva borî bidawî hat.
Peyamnêrê Rûdaw her wiha diyar kir ku di kongreyê de 78 kes ji bo rêveberiya nû ya ENKSê hatin hilbijartin ku 39 jê endamên partiyên siyasî û 39ê din jî serbixwe ne.
Her wiha hat gotin ku di nav endamên serbixwe yên rêveberiya ENKSê de, 9 ciwan, 8 jin jî hene. Endamên rêveberiya ENKSê ji herêmên Kobanî, Cizîrê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê pêk hatine.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di kongreyê de 3 kursî jî ji kurdên êzîdî re hatin veqetandin.
Beriya ku kongre were lidarxistin dihat gotin ku di kongreyê de dê biryara avakirina hêzeke leşker jî were dayîn lê hat zanîn ku ev mijar ji civînên din ên Encumenê re hatiye hîştin.
Di sêyemîn kongreya ENKSê de derdora 260 delege beşdar bibûn.
Rudaw
