Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Misir li Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de Balyozê Misir li Iraq behsa rola xebatgêraneya Serok Barzanî ya li rûbirûbûna sîtemkarî û karkirina ji bo binyatnana Kurdistanê û her wiha şerê dijî terorîstan kir û hêviya paşarojeke geş ji bo gelê Kurdistanê xwest. Li dirêjahiya axaftina xwe de jî daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirehtir kirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê ya li warên veberhênanê û her wiha karê hevbeş li kerta çandin û avdêrî û karebayê de xisterû. Balyozê Misir spasiya gelê Kurdistanê jî kir ku bûye penageheke sedan hezar koçber û penaber û lêqewimiyan.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên kevnar û dîrokiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Misir amadehiya tevahiya Herêma Kurdistanê jî ji bo kûrtir kirina peywendiyên li warên cûda cûda de ragihand.
