• Wednesday, 18 February 2026
logo

“Walî digot penaber ji ber PYDê direvin wan jî digot em ji ber DAIŞê direvin”

“Walî digot penaber ji ber PYDê direvin wan jî digot em ji ber DAIŞê direvin”
Li bajarê Akçakale yê ser bi Rihayê roja sêşemê li ser fermana waliyê Rihayê, sê rojnamevan bi qasî saetekê hatin binçavkirin, ji ber ku wan derbarê çalakiyên DAIŞê û sedema reva penaberan ji Girê Spî pirs ji walî kiribûn.

Duh li navçeya Akçakale ya Rihayê û li ber deriyê sînorî, sê rojnamevan ji aliyê hêzên tirk ve hatibûn girtin. Sedema girtina wan rojnamevanan ew bû ku li ser DAIŞê pirs ji waliyê Rihayê kirine!

Rojnamevanên ku hatin binçavkirin, rojnamevanên alman Deniz Yücel (rojnameya almanî Die Welt) û rojnamevana rojnameya tirkî Cumhurriyet Pinar Ogunc û rojnamevanê rojnameya Evrensel, Hasan Akbaş bûn.

Li ser bûyerê rojnamevana alman Ozlem Topçu ji heftenameya almanî Die Zeit, ku li cihê bûyerê bû, diyar kir ku ew ligel çend rojnamevanên din ji bo şopandina rewşa penaberên ku ji ber şer ji herêma Girê Spî derbasî Tirkiyê dibûn, çûbûn bajarê Akçakale.

Ozlem Topçu wiha behsa beriya binçavkirina rojnamevanan dike: “Me pirs ji penaberên li bajêr kirin, me ji wan pirsî: rewş çawa ye? Hûn ji ku reviyane. Gellekan digotin: Em ji ber bombebarana Amerîkiyan reviyan. Hinekan digot: Ji ber DAIŞê.”

Topçu diyar dike ku roja sêşemê daxuyaniyeke çapemeniyê ya waliye Rihayê Izzettîn Kuçuk jî çêbû. Topçu diyar dike ku îdiayek jî belav bibû ku şervanên PYDê û PKKê Ereb û Tirkmenan ji herêma Girê Spî derdixin, da ku wê herêmê tevlî herêma Rojava bikin û wan dixwest vê yekê ji walî jî bipirsin û ji ber wê yekê tevlî konferansa çapemeniyê bûn.

Topçu diyar dike ku walî destpêkê behsa derbasbûna penaberan kir û pesnê arîkariya Tirkiyê ji bo penaberan da û wiha dibêje:


“Destpêkê hevpîşeyekî tirk du pirs kirin, paşê min pirsa xwe kir: Xelk ji ber çi direvê? Ji ber DAIŞê, yan ji ber kê? Walî got: Na, ew ji ber PKKê û PYDê direvin û ji ber bombebarana Amerîkiyan. Piştî vê yekê hevpîşeyê min Deniz Yucel ji walî pirsî: Ew penaberên ku em bi wan re axivîn, wiha ji me re negotin. Wan got ew ji ber pevçûn û bombebaranê reviyan, lê negotin ji ber kurdan. Hûn dikarin ji me re bêjin çavkaniya agahiyên we çi ne? Li ser vê yekê walî konferansa çapemeniyê bi dawî kir, bi hinceta ku tiştekî ku bê guftûgokirin, nemaye.“

Topçu diyar dike ku piştî vê pirsa Deniz Yucel her tişt bilez û bez qewimî: “Walî ji cihê konferansa çapemeniyê çû û polîsek hat û li nasnameya Deniz Yucel pirsî û ew bi xwe re birin. Di vê navberê de parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) jî hatibûn cihê bûyerê. Piştî kontrolkirina nasnameya Deniz Yucel, ew serbest hat berdan.”

Topçu diyar dike ku wan paşê li ser vîdyoyeke ku bûyer şopandiye dîtiye ku çawa piştî pirsa Deniz Yucel ji walî, walî xwe aciz kiriye û ji polîsan re gotiye: Wî bigirin!

Piştî bûyerê berpirsên tirk diyar kirin ku ew ne binçavkirin bû tenê kontrolkirina nasnameya çend rojnamevanan bû.

Rudaw
Top