• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka çekan nade Pêşmergeyan

Amerîka çekan nade Pêşmergeyan
Kongressa Amerîka proje yasaya dayîna çekan bi awayekî rasterast bi Pêşmergeyên Kurdistanê red dike.

Şeva borî, 16ê Hezîranê, Encûmena Pîran a Amerîka biryar li ser dayîna çekan bo Pêşmergeyan bi awayekî rasterast da û bi praniya dengan, ew proje yasa hat redkirin.

Senatorê Amerîkî John Ernest pêşniyar kiribû ku, proje yasaya bergirî ya Amerîka were guhertin û bi wî awayî Washington rasterast çekan bide hêzên Pêşmerge. Lê proje yasa bi cudahiya 9 dengan (54 nexêr û 45 belê) hat redkirin.

Di demekê de ku hejmareke zêde ji siyasetmedarên amerîkî ligel wê yekê bûn ku, divê bi awayekî rasterast çek bi Pêşmergeyan bê dayîn, lê hikûmeta amerîkî biryar da ku siyaseta xwe di vê derbarê de neguhere.

Wate dê Washington wek berê bi rêya Bexdayê çekan bo Pêşmerge bişîne. Bexda jî heqbeşê Pêşmergeyan ji wan çekan bi temamî naşîne.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîka got: “Siyaseta me li ser wê bingehê ye ku, Iraqeke yekgirtî baştirîn derfeta serkeftinê ye li dijî terorîstan, siyaseta me jî ewe ku çek û teqemenî bo hikûmet navendî bên şanin û piştire Bexda parve bike.”

Piştî dengdanê, Senator Ernest tevî redkirina proje yasayê, di daxuyaniyekê de soz da ku dê li ser serxistina proje yasayê berdewam be û got: “pêbend dibim bi piştgiriya kurdan ku hevpeymanekî bihêz ê Amerîka ye ji bo jinavbirina Dewleta Islamî, ji ber ku Amerîka naxwaze êdî biryara pirçekirina kurdan di vê demê de derengtir bike.”

Basnews
Top