Nêçîrvan Barzanî û Hesen Derwêş behsa peywendiyên Misir û Kurdistanê kirin
Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê Misirê yê li Îraqê civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Misirê yê li Îraqê Hesen Derwêş û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Misirê de û hêviya berfiretir kirin û bihêztir kirina peywendiyên han xwest û amade bûna welatê Misirê jî bo zêdetir kirina çalakiyên xwe yên di warê abûrî û bazirganî de li Kurdistanê de diyar kir.
Heyet herwiha qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de jî bi girîng wesif kir û hêvî xwest ku destûra bingehîn ya Îraqê were cîhbicîhkirin û mafên tevahiya pêkhateyên Îraqê jî werin parastin û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya heyeta mêwan kir û tekez li ser domandin û bihêztir kirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Misirê de kir û amade bûna hikûmeta Kurdistanê jî bo berfiretir kirina peywendiyên han diyar kir.
Serokwezîr herwiha behsa serkeftinên berdewam yên hêzên pêşmerge li dijî terorîstan û planên heyî yên bo azad kirina Mûsilê kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime destûra Îraqê weke xwe were cîhbicîhkirin.
