• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê azadkirina bajaroka Girê Spî

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê azadkirina bajaroka Girê Spî
Azadkirina bajaroka Girê Spî ji bin destê terorîstên Da'îş nûçeyeke xweşe ji bo hemû xelkê Kurdistan û azadîxwazên cîhanê. Ew serkeftin gurzekî bi bandore li terorîstên Da'îş û dijminên mirovayetiyê. Destxweşiyê li Şervanan û wan hemû hêzan dikin ku li azadkirina Girê Spî de beşdar bûne û spasî hêzên hevpeymanan jî dikin ku rolekî bi bandor li lêdan û têkşikandina terorîstên li Rojavayê Kurdistanê de dîtine.

Bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li gelên Sûriye û bi taybetî li gelê Kurd li Sûriye dikin. Hêvîdarîn ew hemû navçeyên hê jî li bin desthilata terorîstan da mane bi zûtirîn demî bêne azad kirin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16.06.2015
Top