• Wednesday, 18 February 2026
logo

Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket

Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket
Li bajarê Qamişlo piştî ku çend karmendên sivîl ên rêveberiya xweser ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin girtin, di navbera hêzên asayişê û hikûmetê de alozî derket.

Şeva borî li nav bajarê Qamişlo dengê teqîn û gulleyan hat bihîstin lê ziyan negihîştiye ti kesî.

Hat zanîn, ew teqîn û alozî ji ber wê derketibû ku hêzên rêjîma Sûriyê çend karmendên sivîl ên rêveberiya xweser girtibûn ji ber wê jî di navbera wan û hêzên asayişa Qamişlo de şer derketibû.

Li gorî agahiyan , hêzên asayişa Qamişlo, hêzên ewlehiyê yên Sûriyê yên di nav stasyona trênê û zindana taxa Qenat Swêsê de dorpêç kirine.

Li ser rewşa dawî ya bajêr jî Peyamnêrê Rûdawê got, rewşa bajêr aloz bûye û hemû hêz di alarmê de ne, hinek caran jî dengê teq û gulleyan ji taxa Meysilûnê tê bihîstin.

Ji ali yekî din, rêveberê asayişa Qamişlo Ciwan Îbrahîm ji malpereke nêzîkî PYDê re gotiye, hêzên rêjîmê hinek xortên kurd û ereb girtibûn û dixwestin wan bi zorê bibin leşkeriyê ji ber wê jî di navbera wan û hêzên rêjîmê de şer derket.

Ciwan Îbrahîm diyar kir ku wan sê cih ji destê hêzên rêjîmê derxistine û komek leşker jî girtine û got, heta ew xort neyên berdan leşkerên rêjîmê jî nayên berdan.

rudaw
Top