• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere

Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
Piştî ku duh bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî hat kontrolkirin, hêzên YPGê niha mal bi mal digerin ji bo ku piştrast bibin ti çekdarekî DAIŞê xwe di nav malan de veneşartiye.

ji Kobanî hay ragihandin ku şervanên YPGê û hêzên Lîwaya Eltewhîd deriyê sînorî yê navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê kontrol kirin û êdî ti şer li nav bajêr nemaye.

Hat diyar kirin ku li aliyê başûr û rojavayê Girê Spî jî, hêzên Volkana Feratê pêşde diçin, lê hîn ew li herdu aliyan neghiştine bajarê Girê Spî.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, hêzên Volkana Feratê li aliyê rojavayê Girê Spî pêşde diçin û niha derdora 7 kîlometran dûrî Girê Spî ne.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn kir ku çekdarên DAIŞê li Girê Spî û gundên ser bi wê ve, ji hev ketine. bigihin hev.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha ragihand ku piştî kontrolkirina Girê Spî, bajarokê Eyn Îsa û beşekî bajarokê Sirînê yê girêdayî Kobanî hîn nehatiye standin, eger ew jî bên kontrolkirin êdî ti navçeyeke Rojavayê Kurdistanê di destê DAIŞê de nemîne.

Rudaw
Top