• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dê dadgeha “Temyîz”ê pirsa hilbijartinên serokatiyê yekalî bike

Dê dadgeha “Temyîz”ê pirsa hilbijartinên serokatiyê yekalî bike
Eger Komisyona Hilbijartinan ragihand ku ew bikarê heta 20ê Tebaxê hilbijartinan li darbixe.

Yasanas û akademsiyan diyar dikin ku, eger Komisyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê nikarî roja 20ê Tebaxê hilbijartinên serokatiyê encam bide, dê dadgeha “Temyîz”ê daxwaz ji Barzanî bike ku di posta xwe de bimîne heta ku hilbijartin birêve biçin.

Roja 13ê Hezîranê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bipiştgirêdan bi yasaya serokatiyê ve, roja 20.08.2015 bo encamdana hilbijartinan li ser posta serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Di vê derbarê de, Endamê Komîteya Yasayî li Parlementoya Kuurdistanê Şwan Şêx Mihemed ji heftenameya Bas re got: “Li gor yasaya serokatiya herêm, di benda 15an de hatiye ku, heta hilbijartin bên encamdan, bo heyama du mehan serokê herêmê dikare li ser karên xwe berdewam be.”

Derbarê helwesta hin aliyên siyasî ji wê biryara Barzanî de, Şwan Şêx Mihemed got: “Komîteya destûrê pêkhatiye, ji bo amadekirina desûtrê bo referandûmê, lê komîte nikare di dema diyarîkirî de projeya destûrê amade bike, lewma ji bo valahiyeke destûrî drust nebê, Serok Barzanî daxwaza encamdana hilbijartinan kiriye.”

Ji aliyê xwe ve, yasanas û mamostayê zanîngehê Besam Elî dibêje ku, di rewşekê de ku hikûmet û komisyona hilbijartinan bersiva nameya Barzanî dan û dyarkirin ku ew nikarin roja 20ê Tebaxê hilbijartinan encam bidin “Dê dadgeha Temyîzê daxwazê ji Barzanî bike ku di posta xwe de berdewam be, heta ku rewşa nexwestî ya herêm bidawî were û hilbijartin bên encmdan.”

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd da zanîn ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya yasayê de roja encamdana hilbijartinên serokatiyê diyarkiriye.

Basnews
Top