• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin

PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê serbazî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ye (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi wê yekê tohmetbar dike, ku bi daxwaza Îran û Tirkiyeyê tevdigere û dixwaze şer biqewime.

Nakokiyên navbera gerîlayên PKKê berdewam dike û di nûtirîn pêşhatê de, baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî nakokiyên navbera herdu aliyan bû.

Yekîneyên Parastina Rojhialtê Kurdistanê, baskê serbazî yê PJAKê ku bi YRK tê naskirin, di daxuyaniyekê de rexneyên tund li helwesta PDKÎyê girt, ku pêşmergeyên xwe aniye ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

YRK di daxyaniya xwe de, PDKÎyê tohmetbar dike, ku bi daxawz û dilê Tirkiye û Îranê tevdigere û dixwaze di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer derkeve.

Ew yek di demekê de ye ku Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojhilat (PDKa Rojhilat) jî piştî nakokî û pevşûnên navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de, ber bi sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê şand.

Daxuyaniya YRK baskê serbazî yê PJAKê di demekê de ye, ku herdu aliyên PDKÎ û PDK Rojhilat beşek ji pêşmergeyên xwe li ser sînor bicih kirine.

Her du aliyan tekez kirine, ku şandina hêzên pêşmerge yên wan li ser daxwaz û biryara serkirdatiya partiyên wan bi xwe bûye û armanc ji şandina hêz be rbi sînor ve jî, xurtkirina çalaiyên wan di nav Rojhilatê Kurdistanê de ye.

PDKÎ û PDKê herwiha red kirine, ku hêzên xwe paşde bikişînin û tekez kirine, ku ew bi ti awayî daxwaza PKKÊ bi rewa nabînin û li ser tiştek wisa jî gotûbêjan bi ti aliyekê re nakin.

Piştî ku PDKÎyê di meha borî de beşek ji hêzên pêşmerge yên xwe ber bi sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê sand, çekdarên PKKê rê li ber wan girtin û ew dorpêş kirin û nehîştin ew derbasî Rojhialtê Kurdistanê bibin. Piştî çend rojan di navbera çekdarên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de şer derket û di encam de pêşmegeykî PDKÎyê şehîd bû û çend pêşmerge jî birîndar bûn.

Rudaw
Top