Girê Spî bi temamî hat rizgarkirin
Berdevkê Hêzên Burkan el Firatê Şervan Derwêş ragihandiye, ku bajarê Girê Spî bi tememî ji aliyê hêzên wan û YPGê ve hatiye kontrolkirin.
Herwiha berpirsekî pilebilind ê YPGê Polat Can ragihand, hêzên wan deriyê sînor ê di navbera Girê Spî û Kaniya Xezalan (Akçakale) de kontrol kirine.
Duh duşemî hêzên Burkan el Firatê ji aliyê herêma Kobanî ve û hêzên YPGê ji aliyê herêma Cizîrê ve, li başûrê bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê gihîştin hev û bajêr dorpeç kiribûn.
ji aliyê herêma Kobanî ve jî hêzên Volkana Feratê pêşdeçûna xwe bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî berdewam kiribûn û herî dawî 20 gundên din li bakurê bajarokê Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistibûn û rêya di navbera Girê Spî û Eyn Îsa qut kiribûn.
Duh danê nîvro şervanên YPGê ji aliyê herêma Cizîrê ve pêşde çûn û rêya di navbera Girê Spî û Reqayê de bi temamî xistinbûn destê xwe de.
