• Wednesday, 18 February 2026
logo

Girê Spî bi temamî hat rizgarkirin

Girê Spî bi temamî hat rizgarkirin
Piştî derbasbûna heyamek dirêj bi ser operasiyona rizgarkirina Girê Spî de û herwiha piştî çend roj şer û pevçûnên dijwar, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Burkan el Firatê duh şev karîn, bajarê Girê Spî bi temamî ji dest DAIŞê kontrol bikin.

Berdevkê Hêzên Burkan el Firatê Şervan Derwêş ragihandiye, ku bajarê Girê Spî bi tememî ji aliyê hêzên wan û YPGê ve hatiye kontrolkirin.

Herwiha berpirsekî pilebilind ê YPGê Polat Can ragihand, hêzên wan deriyê sînor ê di navbera Girê Spî û Kaniya Xezalan (Akçakale) de kontrol kirine.

Duh duşemî hêzên Burkan el Firatê ji aliyê herêma Kobanî ve û hêzên YPGê ji aliyê herêma Cizîrê ve, li başûrê bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê gihîştin hev û bajêr dorpeç kiribûn.

ji aliyê herêma Kobanî ve jî hêzên Volkana Feratê pêşdeçûna xwe bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî berdewam kiribûn û herî dawî 20 gundên din li bakurê bajarokê Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistibûn û rêya di navbera Girê Spî û Eyn Îsa qut kiribûn.

Duh danê nîvro şervanên YPGê ji aliyê herêma Cizîrê ve pêşde çûn û rêya di navbera Girê Spî û Reqayê de bi temamî xistinbûn destê xwe de.
Top