DAIŞê 27 serbazên Iraqê îdam kir
Çavkaniyekê taybet ji nava bajarê Musilê ragihand: “Çekdarên DAIŞê 27 serabzên berê yên artêşa berê ya Iraqê bi dar vekirin û termên wan piştre ji bizîşkiya dadê ya naxweşxaneya Musilê re hatin şandin.”
Li gor çavkaniyê Rûdawê, DAIŞê bi hinceta ku ew serbaz amade nebû peymanê bidin wê rêxistinê û çekê ji wan re hilgirin, îdam kirine.
LI gor gotina çavkaniyê Rûdawê, DAIŞê ji wan her 27 serbazên artêşa berê ya Iraqê xwastibû, ku çekê rakin û peymanê bidin wê rêxistinê, lê wan kesan red kiribû û piştre DAIŞê jî ew îdam kirin.
Rudaw
