• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî û Mîrnişînê Îmaratê civiyan

Serok Barzanî û Mîrnişînê Îmaratê civiyan
Li dirêjahiya serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya welatên Kendavê roja dûşem 15.06.2015 li bajarê Abudabî Şêx Mihemed Bin Zayid Mîrnişînê Îmarata Yekgirtiya Erebî pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.

Li hevdîtineke germ û dostane da behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarat û ya çawayiya berev pêşvebirin û berfirehtir kirinê kirin û her wiha pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û navçeyê û hereşeya terorîstan ya ser asayîşa navçeyê û cîhanê xistin ber behs û guftûgoyan. Mijareke dinê vê hevdîtinê de rewşa mirovî û rewşa koçber û penaberan nirxandin ku ji ber hereşeya terorîstan mal halê xwe bi cîh hiştine.

Hêjayî gotinê ye li vê hevdîtinê de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.

Top