• Wednesday, 18 February 2026
logo

Huda-Par: PKK çekan danê Hizbullah jî dê dane

Huda-Par: PKK çekan danê Hizbullah jî dê dane
Serokê Huda-Parê yê Şaxê Amedê Şeyhmus Tanrikulu dibêje heger PKK çekan dane ew jî dê wek Hud-Parê banga çekdanîne li Hizbullahê bikin.


Li Amedê çend saziyên civakî yên sivîl û Huda-Parê kuştina Serokê Îhya Derê Aytaç Baran şermezar kirin. Piştre komek li ber Mizgefta Sumer kom bûn ber bi cihê ku Aytaç Baran hatî kuştin ve çû û dirûşmên li dijî DAIŞê avêtin.

Serokê Huda-Parê yê Şaxê Amedê Şeyhmus Tanrikulu axivî û behsa banga çekdanîna PKKê kir.

Tanrikulu wiha got: “Heger HDP banga çekdanînê li PKK bike, em jî dê wek Huda-Parê wê bangê li Hizbullahê bikin. Di destê we de çek hebin, hemû derfet di destê we de bin û hûn misilman wekî mihên qurbanê bibînin çênabe hûn bibêjin xwe ne parêzin. Ew serdem borî. Bila ti kes êdî misilmanan wekî mihên qurbanê nebîne. Sipas ji Xwedê êdî ti kes nabînin jî.”

Rudaw
Top