• Wednesday, 18 February 2026
logo

Aktorê Hollywoodê jî tevlî operasyona rizgarkirina Girê Spî bûye

Aktorê Hollywoodê jî tevlî operasyona rizgarkirina Girê Spî bûye
Gelê Kurd buhayekî mezin di şerê berevaniya di ber welatê xwe de li dijî DAÎŞê da, lê di heman demê de, şervanên kurd rêz û hurmeta hemû cîhanê, weke şervanên azadiyê wergirtin û êdî şervanên biyanî ji welatên cuda meraqa şerê li dijî DAÎŞê mil bi milê pêşmerge û YPGê ji Kobanê heta Xaneqînê dikin.

Aktorê navdarê brîtanî yê Hollywoodê Michael Enright (51 salî) meh berê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û tevlî refên YPGê bûye û niha li devera Silûk şer dike.

Michael Enright ji Rûdawê re diyar kir navê wî li Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne Misetfaya û derbarê armanca xwe de wiha got:

“Ez hatime vir çimkî dixwazim DAIŞiyan ji holê rabikim û dawiya wê bînim. Bi raya min baştirîn rê ew e ku di nav rêzên hêzên kurd de şer bikim, ji ber ku bêguman ew hêzên herî bihêz in li navçeyê. Herwiha ji dema ku ez li virim, ez dibînim ku kurd cihê matmayînê ne û bêwêne ne.

Ez pirr kêfxweş im ku îro li vir im û ev rojeke taybet e bo min. Ev bajarokê hûn dibînin jê re tê gotin Silûk û niha li vî cihî rûbirûbûn li gel DAIŞê heye. Her weke gelek ji we dizanin ku di rêya Tirkiyeyê re palpiştiyê werdigrin û xwarin, çek ji wir tên. Ez piştrast im ku emê wî bajarokî bigirin.”

Enright got dema ev Silûk û Girê Spî bigrin, ew dibe rojeke pirr xweş û dibe dawiya DAIŞ li vê herêmê, lê divê beşên din ên cîhanê şer bikin û wiha domand: “Kurdên vê herêmê ji bilî ku DAIŞ jinav dibin, karekî din bo yekemîn car li vî beşî azadiya xwe bi destê xwe tînin.”

Aktorê navdarê brîtanî wiha domand:
“Ez li vir dimînim ne tenê heta DAIŞ ji vir derbikin, belku ez û biyaniyên din jî heta dawiyê û heta dema DAIŞ ji Rojavayê Kurdistanê bi temamî tê derkirin û tê jinavbirin em li vir dimînin û piştî wê yekê êdî ezê çavên we maç bikim û vegerim welatê xwe nav malbata xwe.

Cihê kêfxweşiya min e ku niha di nav rêzên jin û mêrên YPGê de şer dikim, ez navê wan tînim ji ber ew diyardeyek e cîwaz in li vê cîhanê ji ber hemû tiştên wan taybet in. Ez bi xwe berê ne di wê baweriyê de bûm ku jin karibin di rêzên pêşî de şer bikin û herdem di wê baweriyê de bûm ku divê mêr di rêzên pêşî de bin. Lê niha min ew dîtin min bi temamî baweriya xwe guhert û dibêjim ew dikarin di rêzên pêşî de bin. Ev kesên pirr bihêz in û di heman demê de nimûneyên mirovatiyê ne. Divê ew bibin nimûne bo hemû cîhanê bi taybet jin û ev komek tiştên ku ezê di dilê xwe de bihêlim û li gel xwe bibim.”

Rudaw
Top