YPG derbasî Girê Spî bû
Jêderên nûçeyan ên nêzîkî YPGê îro duşemî belav kirin, ku piştî azadkirina bajarokê Siluk û 43 gundên derdora wê ji dest çekdarên DAIŞê, duh şev şervanên YPGê û hêzên Burkan el Ferat karîn pira Çelebî kontrol bikin û di aliyên rojhilat û başûr rojhilatê bajrê de derbasî nava bajar bibin.
Li gor zanyariyan, niha li taxên Meşhûra Serê û Meşhûra Xwarê şer û pevçneke dijwar di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de heye.
Li aliyekê din, Rewaneha Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê ragihand, firokeyên hevpeymanan li başûrê rojhilatê Girê Spî, otomobîleke çekdarên DAIŞê teqandin û bi wî awayî YPGê li kontrolkirina bajar Girê Spî nêzîk bûye.
