• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamentoya kurdên êzîdî tê avakirin

Parlamentoya kurdên êzîdî tê avakirin
Bi piştgiriya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, “parlamentoya kurdên êzîdî” tê avakirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 5ê vê mehê li bajarê Dihokê bi endamên Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan û Mala Êzîdiyan re civiyabû.

Şêwirmendê Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan, Kerîm Silêman ku tevlî civîna Serokwezîr Barzanî bibû, ji Rûdawê re got, beriya bûyerên Şingalê jî me daxwaza avakirina Encumena Bilind a Êzîdiyan kiribû. Salekê beriya niha me ev pêşniyar bi fermî pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, wî jî dabû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lê ji wê demê ve tiştek nehatibû kirin.

Kerîm Silêman da zanîn ku wan di hevdîtina digel Nêçîrvan Barzanî de dîsa mijara avakirina wê encumenê anîn rojevê û got, Nêçîrvan Barzanî piştgiriya vê yekê kir û got, di demek nêzîk de dê fermana bicîhanîna wê bide.

Meha Kanûna par, li devera Sinûnê ya Şingalê û bi piştgiriya PKKê, Encumena Êzîdiyan hat avakirin lê ji aliyê hikûmet, serokatî, parlamento û partiyên Başûrê Kurdistanê ve nehat qebûlkirin.

Li gorî wî mezinê êzîdiyan, encumena ku tê avakirin bi wê encumena ku ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin re ferq dike çimkî her kes dê bikaribe bibe endamê/a wê encumenê. Şertê endamtiyê tenê êzîdîbûn e.

Kurê Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, Hazim Mîr Tehsîn Beg jî li ser vê yekê got, Mîr Tehsîn Beg sala 1997ê daxwaza avakirina encumeneke wiha kiribû. Nêçîrvan Barzanî niha piştgiriya avakirina vê encumenê dike û emê jî xwe ji avakirina wê re amade bikin.

Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan ji Mîr Tehsîn Beg, Babe Şêx û hinek mezinên din pêk hatiye lê gellek caran rastî gilî û rexneyên êzîdiyan tê. Êzîdiyên nerazî dibêjin, ew encumen ku piraniya endamên wê Şêxanî ne, nûnertiya hemû êzîdiyan nake.

Kurê Mîr Tehsîn Beg diyar kir ku ew encumena nû dê wek parlamentoya êzîdiyan be û ji hevrikiyên siyasî û partîtiyê dûr bimîne. Nûnerên hemû êzîdiyan dê tê de cîh bigirin. Navenda wê jî dê yan li Şêxanê be yan jî li Hewlêrê.

Parlamenterê êzîdî yê Kurdistanê Şêx Şamo jî li ser avakirina Encumena Bilind a Êzîdiyan got, helbet em piştgiriya wê dikin lê divê tenê li ser bingeha olî û netewî kar bike.

Rudaw
Top