Serokwezîrê Sûriyê serdana Qamişlo û Hesekê kir
Serokwezîrê Sûriyê Wayil El-Heleqî ligel wezîrên Rêveberiya Xwecihî, Xwendina Bilind, Perwerde, Bazirganî û Tenduristiyê îro serdana Qamişlo û Hesekê kir û li gel parêzgarê Hesekê Mihemed Zehal Elî û rayedarên wê parêzgehê civiya.
Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA, ev serdana ji bo başkirina rewşa xelkê wê parêzgehê bû û têde Serokwezîrê Sûriyê milyar û 365 milyon lîreyên Sûriyê ji bo piştgiriya Bûdceya parêzgeha Hesekê terxan kir.
Li gorî SANA, serokwezîrê Sûriyê serdana saylo, firna nan û nexweşxaneya Qamişlo kir û guhdariya nerazîbûnên xelkê kir.
Li Hesekê jî serokwezîrê Sûriyê serdana bereyên şer ên Artêşa Sûriyê re kir û tekez kir kdu hikûmet hertim hewl dide rewşa serbazan baştir bike.
Wayil El-Heleqî herwiha got ku Heseke paytexta Çandiniyê ya Sûriyê ye û ewê bi her awayî piştgiriya wê bikin.
Ev ne cara yekemîn e ku rayedarên hikûmeta Sûriyê serdana parêzgeha Hesekê dikin.
Rudaw
