• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîrê Sûriyê serdana Qamişlo û Hesekê kir

Serokwezîrê Sûriyê serdana Qamişlo û Hesekê kir
Serokwezîrê Sûriyê li gel 5 wezîrên din bi rêya balafirxaneya Qamişlo ya navdewletî serdana Qamişlo û Hesekê kir û ji bo piştgiriya bûdceya wê bêtirî milyarek û 300 milyon lîreyên Sûrî (4 milyon 550 hezar dolar) terxan kirin.

Serokwezîrê Sûriyê Wayil El-Heleqî ligel wezîrên Rêveberiya Xwecihî, Xwendina Bilind, Perwerde, Bazirganî û Tenduristiyê îro serdana Qamişlo û Hesekê kir û li gel parêzgarê Hesekê Mihemed Zehal Elî û rayedarên wê parêzgehê civiya.

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA, ev serdana ji bo başkirina rewşa xelkê wê parêzgehê bû û têde Serokwezîrê Sûriyê milyar û 365 milyon lîreyên Sûriyê ji bo piştgiriya Bûdceya parêzgeha Hesekê terxan kir.

Li gorî SANA, serokwezîrê Sûriyê serdana saylo, firna nan û nexweşxaneya Qamişlo kir û guhdariya nerazîbûnên xelkê kir.

Li Hesekê jî serokwezîrê Sûriyê serdana bereyên şer ên Artêşa Sûriyê re kir û tekez kir kdu hikûmet hertim hewl dide rewşa serbazan baştir bike.

Wayil El-Heleqî herwiha got ku Heseke paytexta Çandiniyê ya Sûriyê ye û ewê bi her awayî piştgiriya wê bikin.

Ev ne cara yekemîn e ku rayedarên hikûmeta Sûriyê serdana parêzgeha Hesekê dikin.

Rudaw
Top