• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Emîrê Kuweyt û hejmarek ji berpirsên wî welatî civiya

Serok Barzanî li gel Emîrê Kuweyt û hejmarek ji berpirsên wî welatî civiya
Li çarçêweya serdana fermî Serok Barzanî û şanda li gel ya welatê Kuweytê roja yekşem 14.06.2015 Şêx Sebah Ehmed Cabir El Sebah Emîrê Kuweytê li Koşka Elseyf pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir. Li civînê de Emîrê Kuweytê xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî nîşan da û bi germî bi xêrhatinê lê kir. Paşê Serok Barzanî û Emîrê Kuweytê civîneke dû qolî encam dan û têda rewşa siyasiya navçeyê nirxandin.

Her heman roj Serok Barzanî li cihê xwe yê mayînê pêşwaziya Şêx Nasir Sebah El Ehmed El Sebah kir û li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Kuweytê xistin ber behs.

Piştî vê kombûnê Serok Barzanî pêşwaziya Şêx Cabir El Mubarek El Hemed El Sebah Serokê Encûmena Wezîrên Kuweytê kir. Li hevdîtinê de behsa peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Kuweytê û çawayiya berfireh kirina peywendiyan kirin bi taybetî warê aborî û veberhênan û handana veberhênerên Kuweytê ji bo veberhênana li Kurdistanê. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de bi mebesta berfirehtir kirina peywendiyan vekirina hêla raste rasta firokevaniyê li navbera her dû Firokxaneyên Hewlêr û bajarê Kuweytê guftûgo kirin.

Nîvroya roja yekşem 14.06.2015 li ser şerefa Serok Barzanî firavînek ji aliyê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Welî Ehdê Kuweytê ji bo Serok Barzanî û şanda li gel saz kir ku Serok Wezîrê Kuweytê û hejmarekî zêdeyê Wezîr û berpirsên dewleta Kuweytê têde amade bûn.

Serok Barzanî wêstgeha dawî ya serdana xwe ya dewleta Kuweytê serdana Balyozxaneya Iraqê ya li bajarê Kuweytê kir û ji aliyê Mihemed Husên Behrilulum Balyozê Iraq li Kuweytê û berpirsên Balyozxaneya Iraqê ve hatin pêşwazî kirin.

Hêjayî gotinêye li van hevdîtinan de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî bûn.
Top