Serok Barzanî 10. salvegera damezrandinê li Zagros Tv pîroz kir
Rêzdar Birêveber û Endamên Encûmena Kargêrî û tevahiya karmendên kanala asmanî ya Zagros
Bi helkefta dehemîn salvegera damezrandina kanala asmanî ya Zagros, pîrozbahiyekî germ li we yên xweşdivî dikim û hêviya berdewamî û zêdetir serkeftinê ji bo we dixwazim.
Kanala asmanî ya Zagros, li deh salê derbasbûyî de gelek bi dilsozî û karzaniyê ve, xizmeta doza rewaya gelê Kurdistanê û medya Kurdistanê kiriye û ji bilî erkê xwe yê pîrozê bergirîkirinê li mafê rewaya gelê me, pirekî rastgo û bawerpêkiriya hemwelatiyan jî bûye ji bo peywendîkirina bi navendên îdariyên Hikûmetê. Li vê rewşa niha de jî ku gelê me berev rûyê şerê terorîstên dirinde bûye, kanala we rolekî diyar û bi rûmet hebûye û peyamnêr û wênegirên Zagros TV, mil bi milê Pêşmergeyên qehreman li bereyên şer da bûn û ew dîmenên li kanala we û kanalên dinê Kurdistanê ve têne pexş kirin, erkê girîngê gihandina wêneyên azayetiya gelê me ya ji bo cîhanê, bi cîh dikin.
Li salvegera damezrandina kanala we, ji bilî li pîrozbahiyên germ, destxweşiyê li yek bi yek hemû karmendên Zagros TV dikim û hêvîdarim li pêşketinê de berdewam bin û her şad û serfiraz bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13/06/2015
