• Wednesday, 18 February 2026
logo

Komîsyona Hilbijartinê: Pêwîstiya me bi 180 rojî heye

Komîsyona Hilbijartinê: Pêwîstiya me bi 180 rojî heye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di fermanekê de, 20ê Tebaxê wek roja hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kurdistanê dibêje, bo amadekirina hilbijartinê, pêwîstiya wan bi 180 rojî heye.

Biryarderê Encumena Komîsyona Hilbijartinan, Îsmaîl Xurmalî ji Rûdawê re ragihand: “Di rewşa normal de bo pêkanîna hilbijartinan li Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi 180 rojî heye, lê di rewşa bilez de, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya me bike, em dikarin 90 rojan (3 meh) de hilbijartinan birêve bibin.”

Derbarê rêjeya xerciya wê hilbijartinê jî, Îsmaîl Xurmalî wiha got: “Li gorî hilbijartinên berê, bo her dengdêrekî bi qasî 10 dolaran hatibû diyarkirin, jibilî wê jî, ew wek Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ofîsên me li bajarên Kurdistanê tune ne û ti budce ji me re nehatiye diyarkirin.”

Xurmalî wiha domand: “Bo vê salê me daxwaza 15 milyar dînar wek budce û peydakirina pêdviyên komîsyonê û damezrandina 550 karmendên sereke kir. Herwiha pêwîstiya me bi zêdetirî 7 hezar karmendên girêbest heye.”

Beriya niha jî, Serokê Encumena Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, Hendirên Mihemed ji Rûdawê re ragihandibû: “Bo her hilbijartinekê, pêwîstiya me bi 60 milyon dolar û nêzîkî 12 meh bo amadekariyê û kar û vekirina ofîsan heye.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmara 1 ya sala 2005ê serastkirî û bi fermana herêmî ya hejmara 91ê ya sala 2015 biryar da hilbijartina giştî ya Serokê Herêma Kurdistanê 20ê Tebaxa 2015ê bê pêkanîn.”

Fuad Husên wiha got: “Serok Barzanî di fermana xwe de hemû aliyên pêwendîdar ji bo danîna karên pêwîst bi mebesta birêvebirina hilbijartinê erkdarkiriye, ku bi awayekî demokratîk û azad û hemû yasayên pêwendîdar û peyrewkirina hemû standardên cîhanî li ber çav bigrin.”

19ê Tebaxa 2015ê dema serokatiya Mesûd Barzanî bi dawî tê û niha tenê 69 roj bo pêkanîna wê demê maye.

Rudaw
Top