Her meh zêdetirî 1000 kes tevlî DAIŞê dibin!
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon ragihand, li gorî lêkolînên NY, heta niha zêdetirî 25 hezar çekdarên biyanî di nav DAIŞê de hene ku ji zêdetirî 100 welatên cîhanê çûne nav DAIŞê.
Ban Kî-Moon diyar kir ku ew çekdarên biyanî yên DAIŞê derbasî Sûriye û Iraqê bûne hinek ji wan jî çûne Efxanistan, Yemen û Lîbyayê.
Berdevkê fermî yê NY Stîvan Dujarîk di bersiva pirseke Rûdawê de li ser tevlîbûna kesên biyanî bo navê DAIŞê got, tevlîbûna zêde ya kesên biyanî bo navê DAIŞê me pir nîgeran dike. Helbet tenê welatên cîran ên Sûriye û Iraqê nikarin pêşiya çûyîna wan çekdaran bigirin divê welatên ku endamên DAIŞê jê derdikevin jî tedbîrên baş bigirin.
Li gorî amarên NY, di heyama du salên borî de rêjeya tevlîbûna DAIŞê %71 zêde bûye. Beşek mezin ji wan bi balafirê çûne yek ji welatên cîran ên Sûriye û Iraqê û ji wir jî bi qaçaxî derbasî Sûriye û Iraqê bûne.
Lêjneya Antîterorê ya NY bang li hemû welatan kir, sîstema cîhanê ya çavdêrîkirina geştên asmanî ku bi navê API tê nasîn, bikar bînin.
Heta niha tenê 50 welat vê sîstemê bikar tînin.
Alîkarê berpirsê Lêjneya Antîterorê ya NY, Hesen Beac di bersiva pirsa Rûdawê de ku çima welatên mîna Tirkiye wê sîstema bikar nahînin, got, ew sîstem pir biha ye lewma hemû welat nikarin bikirrin her wiha hinek welat jî girîngiya wê sîstemê nizanin.
rudaw
