• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 18 kêlgehên petrolê hatin dîtin

Li Rojhilatê Kurdistanê 18 kêlgehên petrolê hatin dîtin
Li parêzgeha Loristanê Rojhilatê Kurdistanê 18 kêlgehên petrolê hatin dîtin, çavkaniyek jî dibêje ku bêhtir ji 150 milyon bermîl ji petrola yedek di wan de heye.

Di merasîma vekirina kargeha (Azird Pad) ya taybet bi karên Hasin li qeza Rumişkan a ser bi parêzgeha Loristanê ve, barêzgarê parêzgeha navborî ragihand ku “6 kêlgeh ji wan ên ku hatine dîtin, biqasî 150 milyon bermîl ji petrola yedek di wan de heye.”

Ew 18 kêlgeh li navçeyên Rumişkan, Pêlduxter û Kudheşt hatine dîtin “niha jî karên drustkirina saziyên dîtin û berhemanîna petrolê destpêkirine” parêzgarê Loristanê jî dibêje ku, ew proje dê aboriya wan baştir bike.

Herwiha parêzgarê Loristanê tekez kir ku, pispor û karkerên di warê petrolê de li Loristanê gelek hene, ew projeya petrolê jî dê derfetên kar zêdetir bike.

Basnews
Top