YPG ji azadkirina Girê Spî nêzîk dibe
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şervanên Volkana Firatê gehiştine dergehê azadkirina bajarokê Girê Spî (Til Ebyed) û gundên Cendawî, Îdaniye, Ebû Cabir û Eyn Silug rizgarkirin.
Şervanên YPG ji aliyê rojhilat ve, ji Serê Kaniyê dest bi operasyona “Rûbar Qamişlo” kiribûn, piştî 38 rojan gehiştin nêzîk Girê Spî û niha jî amadekariyan bo azadkirina wî bajarokî dikin.
Ji aliyê rojavayê Girê Spî ve jî, şervanên Volkana Firatê û piştî azadkirina gunêdn Ebû Xizre, Ebû Zihur, Bedriye, Xirbet Ebud û Tirbe û Goxdar, gehiştine ser sînorê Girê Spî.
Hevdem Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl li ser rûpela taybet a YPG li ser Facebookê bang li welatiyên ku li navçeyên di bin kontrola DAIŞê de dijîn kir ku berê xwe bidin navçeyên di bin kontrola YPG de.
Rêdûr Xelîl diyar kir jî ku, ew dê hemû pêwîstî û alîkariyan bo wan welatiyên ku dê berê xwe bidin Hesekê Serê Kaniyê, peyda bikin.
Basnews
