• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPGê beşek ji bajarokê Silûkê yê Til Ebyedê girt

YPGê beşek ji bajarokê Silûkê yê Til Ebyedê girt
Şervanên YPGê beşek ji bajarokê Silûkê yê girêdayî bajarê Til Ebyedê yê Sûriyê ji destê DAIŞê derxistine.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand, şervanên YPGê li aliyê rojhilatê Til Ebyedê beşek ji bajarokê Silûkê ji DAIŞê standine lê tevahiya bajêr nehatiye rizgarkirin.

Imer Kalo her wiha got ku şervanên YPGê li aliyê bakur re 5 kîlometran ji Silûkê derbas bûne û tenê 15 kîlometran dûrî Til Ebyedê ne.

Kalo anî ziman ku hêzên Volkana Feratê jî li aliyê Kobanî ber bi Til Ebyedê ve pêşde diçin.

Rudaw
Top