Divê gelê Kurdistanê li hember provakasyonan hişyar be
HAK-PAR, PAK, PDK-BAKUR, PDK-T îro li Amedê di bin alayên Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê eşkere kirin û ji gelê Amadê xwestin, ku beramber provokasyon û planên dagirkeran hişyar bin.
Daxuyanîya partiyên Kurd. Ku j alîyê endamê rêveberîya rêxistina Amedê ya PAKê Bariş Kadirhan ve hate xwendin bi vî awayî ye:
Divê Gelê Kurdistanê Li Hember Provakasyonan Hişyar Be
Li Amedê ewilî Serokê Komeleya Yeni İhya Derê Aytaç Baranê ku alîgirê HUDA-PARê paşê jî, 3 welatîyên ku alîgirên HDPê nin bi êrîşên çekdarî hatin kuştin.Hinek welatî û xebatkarên çapemenîyê jî tûşî êrîşan bûn.Gelek welatî û xebatkarên çapemenîyê birîndar bûn.
Em van hemû êrîşan şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li her çar welatiyên ku hatine kuştin bike. Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û naskirîyên wan re dixwazin û ji birîndaran re jî saxî û şîfayê dixwazin.
Hêzên tarî careke din dixwazin şerê navxweyî derxînin û bi vê jî dixwazin têkoşîna azadîya gelê me lawaz bikin, tevlihevîyekê derbixînin.
Hêzên dewletê wek temaşevanekî li van rûdanan dinihêrin. Tecrûbeyên me gelek caran nîşan daye û îspat kiriye ku, şopa provakasyonên bi vî rengî digihêje hin hêzên tarî yên di nav dewletê de ne.Jiber vê yekê jî, divê dewlet bêyî şik sûcdarên van êrîşan aşkere bike.
Tecrûbeyên gelê me yên di derbarê şerê navxweyî de gelek in. Û van şeran mixabin bûne sebebê kuştina bi hezaran xuşk û birayên me . Û di her şerê navxweyî de ji bilî gotin û daxuyaniyan mixabin tu tişt nayê kirin.
Divê gelê me û hemû partîyên siyasî û dezgehên sivîl li himber van provokasyonan helwesteke yekgirtî bigirin. Divê em rê nedin, lihîstikên dijminên gelê Kurdistanê.
Divê dezgehên mayîn de yên ku ji hemû alîyan civatê ve bê qebûl kirin bê damezrandin û ev dezgehan, bikaribin rê li ber van provakasyonan û şerên navxweyî bigirin.Divê her kes di vê derbarê de berpirsiyarîyên xwe bi cîh bîne.
Em piştgirîya helwesta HDPê û HUDAPARê dikin ku banga sikûnetê kiribûn. Divê gelê me li himber van provokasyonan hişyar bin.
12.06.2015
HAK-PAR
PAK
PDK-BAKUR
PDK-T
