• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKK û PDKÎ dîsa li hev civiyan

PKK û PDKÎ dîsa li hev civiyan
Hat zanîn ku şandên PKK û PDKÎ ji bo çareserkirina nakokiyên xwe dîsa li hev rûniştine.

Îro danê sibê li bajarokê Koye yê Başûrê Kurdistanê, rayedarên PKK û PDKÎ li hev civiyan. Tê gotin ku civîn heta niha didome.

Ev cara duyemîn e PKK û PDKÎ ji bo çareserkirina nakokiyên xwe dicivin. Cara ewil, PKK û PDKÎ bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyabûn.

Tê zanîn, roja 24ê Gulana îsal li devera Kêlaşînê li ser sînorê Başûr û Rojhilat, di navbera pêşmergeyên PDKÎ û gerîlayên PKKê de şer derketibû. Di wî şerî de pêşmergeyek şehîd bibû û 3 jî birîndar bibûn.

Rudaw
Top