• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rueters:Erdogan jiber serkeftinên YPG dilgirane

Rueters:Erdogan jiber serkeftinên YPG dilgirane

Serok komarê Turkiye Receb Teyîb Erdogan welatên Rojava bi bombebarankirina Ereb û Turkmanên li Sûriyê tometbar dike û dibêje: Hêzên Hevpeymanan Kurdan dixin cihên wan.

Erdogan aşkere kir ku, Emrîka û Welatên din yên Rojava li Sûriyê bombebarankirina Ereb û Turkmanan dikin û Kurdan dixe cihên wan, her weha Erdogan Kurdan bi terorîst bi nav dike.

Li gor nûçeyek Ajansa Rueter`ê Turkiye jiber serkeftinên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dilgirane ku çend deverên Sûriye bi dest anîne û dibêje: Peywendiya YPG bi Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) re heye ku bi dehan sal in li dijî Turkiye dicengin.

Serok komarê Turkiye bi guman e jî di hêrişên firokên cengî yên welatên hevpeymanan ya bi serokatiya Emrîka ku li ser pêgehên DAIŞ`ê encam didin.

Xendan
Top