• Wednesday, 18 February 2026
logo

Stratejiya “Gula Nîlê” ya li dijî DAIŞê çiye?

Stratejiya “Gula Nîlê” ya li dijî DAIŞê çiye?
Serokerkanê Amerîka radighîne ku, dê welatê wî dest bi stratejiya “Gula Nîlê” li dijî rêxitsina DAIŞ li Iraqê bike.

Matren Dempsey ji Îtalyayê duh, 12ê Hezîranê, ragihand ku, stratejiya leşkerî ya nû ya Amerîka li Iraqê ewe ku, dê çend navendên perwerdeyê li nêzîk eniyên şer avabike.

Pêwîstiya stratejiya ku Dempsey bi “Gula Nîlê” binav kiriye, bi hejmareke yekcar zêde ya leşker û pisporên leşkerî yên Amerîkî heye, tevî ku roja Çareşma borî Serokê Amerîka Barack Obama fermana şandina 450 leşkerên din bo Iraqê da.

Ji bilî wî 450 leşkerên ku dê nû bighin Iraqê, niha 3 hezar û 100 leşker û pisporên leşekerî yên amerîkî li Iraqê hene, bi erkê perwerdekirina hêzên artêşa Iraqê radibin.

“Gula Nîlê” cûreyekî gulan e ku li ser avê şîn tê, Dempseyê dibêje jî ku ew stratejîk dê alîkariyeke bihtêr bide hêzên iraqî li eniyên şer.

Li gor televîzyona CNN jî, çavkaniyên Koşa Spî diyar kirine ku, niha 4 pêgeh hatine pêşniyar kirin ji bo ku stratejiya “Gula Nîl” lê pêkbînin, ew jî piştî ku Koşa Spî biryarê li ser bide.

Lê heta niha ne diyar e, dê ew stratejîk li Herêma Kurdistanê jî were pêkanîn yan na, lê berî çend rojan Obama fermana şandina alîkariyên leşkerî bo Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên hozên ereb ên sine daye.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Koşka Spî radgihan ku, stratejiya ku Serokerkanê Amerîka behsê dike “hîn nebûye biryar.”

Basnews
Top