• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xwendekarên zanîngeheke skotlandî Ocalan xelat dikin

Xwendekarên zanîngeheke skotlandî Ocalan xelat dikin
Yekîtiya xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya Glasgowa Skotlandê (Strathclyde University Students Association - USSA) biryar dan ku serokê PKKê Abdullah Ocalan bikin endamê xwe yê rûmetê.

Li ser navê USSA, cîgira serokê yekîtiyê Roza Salih diyar kir ku ew gellekî kêfxweş e ku USSA têkoşîna Abdullah Ocalan hêja dinirxîne û ji bo vê yekê jî endametiya rûmetê ya heta mirinê dide wî.

Roza Salih herwiha got: “Ocalan ev xelat heq kiriye. Ew ji bo Kurdan demokrasiyê û naskirina mafê wan weke gel dixwaze, da ku bi hemû mirovan re di civakeke wekhev de bijîn.“

Tê çaverêkirin ku endama Koma Jina Azad (KJA) û endama şanda Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ji Amedê here Glasgow, da ku li ser navê Abdullah Ocalan xelatê wergire. Xelat wê di 20ê Hezîranê de li navenda USSA li Glasgowê bê dayîn.

Tê çaverêkirin ku endamên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û nûnerên sendîkayan jî tevlî merasimê bibin.

rudaw
Top