• Sunday, 17 May 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir
Roja pênçşem 11.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr Fuad Me'sûm Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha hereşeyên terorîstan li ser Iraq û Kurdistan û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa rola girînga hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya li rûbirûbûna terorîstan û dabînkirina aramî û asayîş ji bo hemwelatiyan û yarmetîdana koçberan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya nêzîkbûna pêkhatên Iraqê û xistinegerê hewlên ji bo aştîvaniya di navbera pêkhatên civaka Iraqê kirin. Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta navendî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda bi navê çareserkirina kêşeyan her dû alî berdewamiya guftûgo û diyaloga li navbera Hewlêr û Bexda bi pêwîst zanîn.

Rewşa jiyana koçber û penaberan beşekî dinê civîna her dû Serokan bû û tekez li ser ewe kirin ku hewlên ji bo pêşkêşkirina zêdetirê alîkariya navdewletî û dabînkirina alîkarî û yarmetiya ji bo koçberan bikin, bi taybetî ku hejmarekî zêdeyê koçberan ji navçeyên cûda cûdayên Iraqê xwe spartine bajarên Herêma Kurdistanê û yarmetîdan û hewandina wê hejmara zêde ne di şiyana Herêma Kurdistanê da ye û pêwîste dezgehên peywendîdarên Iraqê û civaka navdewletî bi awayeke ciddîtir bi dengê wê kêşeyê ve bên.

Top