Rojhilatê Kurdistan; 6 çekdarên Sipaha Pasdaran hatin kuştin
Malpera Kurdpa ya Rojhilatê Kurdistanê, di nûçeyekê de belav kiriye, roja sêşemî 9ê Hezîranê, 6 endamên xwecihî ên Sipaha Pasdaran, di kemîneke kesên nenas de hatin kuştin.
Li gor agahiyan, ew pasdar di navbera her du gundên “text Zengî” û “Serşêlane” û di seyrangehek bi navê “Toqeguwêz” de hatine kuştin.
Hatiye ragihandin, nasnameya yek ji kuştiyên Sipahê hatiye zanîn û navê wî Cebar Gulmihemedî ye ku xelkê gundê “Tengiwer”ê ser bi beşa Şaho ya Kirmaşanê bûye.
Tê gotin Cebar Mihemedî ji endamên kevnarê Sipaha Pasdaran bûye. Ew ji wan kesan bûye ku ji destpêka şoreşa gelên Îranê di sala 1979`an de heya niha, bi hêzên serbazî yên hikûmeta Îranê re hevkarî kiriye.
Heya niha nasnameya çekdarên din ên Sipaha Pasdaran nehatiye aşkerekirin. Herwisa hêj ti navendeke ser bi Sipaha Pasdaran ve derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedan.
Heta niah ti aliyekê berpirsyariya wê êrişê negirtiye ser xwe.
Pêştir jî li hin gundevarên bajar Serdeştê, leşkerên hikûmetî ligel kesên nenas ên çekdar, tûşî şer û pevçûnan bibûn û di encamê de hejmerek hêzên Sipaha Pasdaran hatibûn birîndarkirin. Şer û pevçûn li gundên “Şemole” û “Şendêre” qewimîbû.
