Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, îro beriya ku tevlî civîna partiya xwe bibe li ber avahiya navenda giştî ya HDPê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Selahedîn Demîrtaş li ser avakirina hikûmeta nû got, ew bi AKPê re nabin şirîkê hikûmetê lê deriyê wan ji bo partiyên din û bijardeyên vekirî ye.
Demîrtaş li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û got, HDP mîna her car alîgira domkirina pêvajoyê û bicîhanîna erkên xwe di vî warî de ye her wiha amade ye hewlên zêdetir jî bide.
Hevserokê HDPê di bersiva Serokwezîr Davûtoglu de jî ku gotibû bila HDP bang li PKKê bike çekan deynin, got, tenê rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikare vê yekê bike, ew jî li Îmraliyê ye. Eger dixwazin bila rê bidin em sibê herin Îmraliyê.
Selahedîn Demîrtaş her wiha destnîşan kir ku HDP ne ji kerba Erdogan li dijî sîstema serokatiyê ye çimkî ti dijminahiya wan bi Erdogan re tine.
Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê vê mehê hatin kirin, HDPê %13.1ê dengan bidest anî û derbasî parlamentoyê bû. Lê AKPê nekarî dengên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmetê bidest bîne lewma hikûmeta nû ya Tirkiyê divê hikûmetek hevpeymanî be.
Li gorî qanûnên Tirkiyê, eger hikûmet nehat avakirin wê çaxê hilbijartin dê were kirin.
Rudaw
