• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şerê Hizbbullaha Lubnanê û DAIŞê dest pê kir

Şerê Hizbbullaha Lubnanê û DAIŞê dest pê kir
Sekreterê giştîyê Hizbullaha Lubnanê ragihand, êdî şer di navbera wan û çekdarên rêxistina DAIŞê de dest pê bûye. Ew yek jî piştî wê hat ku çekdarên DAIŞê duh êrişê deverekê di nava sînorê Lubnanê de kirin.

Sekerterê giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrullah di civîneke rojnamevanî de li bajarê Beyrut a paytexta wî welatî ragihand ku, şervanên wan li herêma Beqai ya girêdayî herêma Beelbekê êrişî çekdarên DAIŞê kirine û heya niha bi dehan çekdarên DAIŞê kuştine û birîndar kirine.

Nesrullah tekez kir ku, ew dê şerê xwe ya li dijî çekdarên DAIŞê li tavahiya sînorên Lubnanê berdewam bikin.

Hesen Nesrullah herwiha got: “Şervanên me li herêma Qelemûn a bajarê Dîmeşqê (Şam) jî li dijî çekdarên Eniya El Nusre serkeftinên bê hempa bi dest xistine ,herwiha li devera Ersal jî çekdarên me di şerê li dijî Eniya El Nusra de pêşveçûneke mezin tomar kirine.”

Duh çekdarên DAIŞê êrişî ser sînorê navbera Lubnan û Sûriyê kirin û di navbera milîsên Şîe û çekdarên DAIŞê de li wêderê şer û pevşûnên dijwar derketin. Her du alî dibêjin, ku zirarên mezin gihandine aliyê beramber, lê ti zanyariyên piştrastkirî derbarê bûyerê û hejmara kuştî û birîndaran ne xuya ye.

Top