• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamentera êzîdî: Li Dihokê êzîdiyan dikin mesîhî!

Parlamentera êzîdî: Li Dihokê êzîdiyan dikin mesîhî!
Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl diyar kir ku hinek saziyên ku alîkariyên mirovî didin penaberan, kurdên êzîdî dikin mesîhî.

Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl ji Rûdawê re got, hinek saziyên tebşîrî yên mesîhî dema alîkariyên mirovî didin penaberan, belavok, pirtûk û Incîlê didin wan û wan vedixwînin ser ola mesîhiyetê.

Dexîl da zanîn ku herî zêde ew kar li nav kampên penaberên ku li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin de tê kirin û ragihand, navendên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ji vê rewşê hatine agahdarkirin.

Wê parlamentera kurd a êzîdî li hember vê yekê bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, ev karê ku saziyên han dikin bêexlaqî û karekî nemirovane ye.

Lê rêveberê karûbarên mesîhiyan li Herêma Kurdistanê, Xalid Cemal Elbîr ji Rûdawê re got, çend dêrên cîhanî ji sala 1991ê ve li Başûrê Kurdistanê kar dikin û mohleta fermî ji me standine. Her wiha çend saziyên xêrxwazî-mesîhî alîkariya penaberên êzîdî, mesîhî, şebek û ereb dikin lê ti saziyekê ji bo karê tebşîrî û xebatên olî destûr û mohlet wernegirtiye.

Xalid Cemal Elbîr li hember gotinên Viyan Dexîlê jî nerazîbûn nîşan da û got, bila Viyan Dexîl navê wan saziyên ku êzîdiyan dikin mesîhî, eşkere bike.

Li gorî Elbîr, hinek saziyan bi serê xwe Incîl di nav penaberan de belav kirine.

Tê zanîn, piştî ku DAIŞê par havînê êrişî devera Şingalê û Zûmarê kir, bi hezaran malbatên êzîdî bûn koçber, her wiha bi hezaran kes jî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.

Piraniya penaberên êzîdî li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin.

Rudaw
Top