• Wednesday, 18 February 2026
logo

Obama fermana şandina çekan bo Pêşmergeyan dide

Obama fermana şandina çekan bo Pêşmergeyan dide
Obama fermana şandina “Çek, Kelûpel û keresetên sereke” yên leşkerî bi awayekî bilez bo Pêşmergeyên Kurdistanê û erebên sine da.

Koşa Spî ya Amerîkayê di daxuyaniykê de ragihand ku, serokê wî welatî Barack Obama fermana şandina 450 leşker û pisporên leşkerî bo Iraqê da.

Li gor daxuyaniyê, dê ew hêza nû tevlî her 3 hezar û 100 leşker û pisporên din ên amerîkî li Iraqê bibin, ji bo perwerdekirin û amadekirina hêzên artêşa Iraqê di şerê li dijî rêxistina Dewlet Islamî ya radîkal (DAIŞ) de.

Herwiha Obama fermana şandina “Çek, Kelûpel û keresetên sereke” yên leşkerî bi awayekî bilez bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û erebên sine daye.

Dê ew hêza amerîkî li rojhilatê parêzgeha Enbarê ya ku di dawiy meha borî de ketiye dest DAIŞê de bi cih bibe, ji ber ku biryare perwerdgeheke leşkerî 25 k.m durî navçeya şer pêkbîne.

Koşka Spî radgihandiye jî ku, fermana şandina wan leşker û psiporan li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bû.

Basnews
Top