Husên: Derbaskirina benda hilbijartinan ji aliyê HDPê ve şoreşek bû
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, tevlî bernameya Çarqolî ya Rûdawê bû û bersiva pirsên Rêbwar Kerîm Welî da.
Fuad Husên li ser encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê axivî û ragihand, eger HDPê benda hilbijartinan derbas nekiriba wê demê li derveyî parlamentoyê dima û wiha axivî: “Ev jî tê wê wateyê ku partiyeke kurdî li derve dima. Eger bi vî rengî biba wê demê îhtimal hebû pêvajoya çareseriyê têk biçiya, renge arîşeyên mezintir jî bi xwe re anîba.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman ku HDP li Parlamentoya Tirkiyê de nûnertiya rewa, qanûnî û demokratîk a gelê Kurdistanê dike û wiha got:
“Hinek dibêjin ev partî, partiya kurdan nîne, lê ne wisa ye çimkî serokatiya wê partiyê di destê kurdan de ye. Îhtimal heye %3ê dengên AKP ji HDPê re çûbin. Ew jî dengên Kurdan in, yanê alîgirên kurd ên HDPê dengên xwe dane HDPê. Îhtimala wê jî heye ku HDPê %2ê dengên partiyên çep jî bidest anîbe. Bi giştî kurdan pişta wê partiyê girtin û ew derxistin pêş.”
Li gorî wî rayedarê Herêma Kurdistanê, çûyîna hêzeke kurdî bi awayekê qanûnî û demokratîk bo nav Parlamentoya Tirkiyê, “şoreşek mezin” e di dîroka Tirkiyê de.
Fuad Husên di berdewamiya gotinên xwe de got ku êdî dewlet dikare bi nûnerên kurdan re rûnê û yên ku pir tûj û li dijî Kurdan bûn jî êdî nikarin tiştekî bêjin çimkî êdî nûnerên kurdan derbasî parlamentoyê bûne.
Husên anî ziman ku dewlet divê him bi Ocalan re diyalogê bidomîne, him bi Qendîl re him jî bi nûnerên Kurdan ên ku derbasî parlamentoyê bûne.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên destnîşan kir ku êdî pirsgirêka kurd li Tirkiyê ji mijareke ewlehiyê bûye mijareke siyasî û wiha anî ziman: “Êdî hevdîtinên ku li ser doza kurd tên kirin ji zîndan û çiyê derbasî parlamentoyê bû, çimkî êdî nûnerên kurd bi fermî û qanûnî derbasî parlamentoyê bûne ji ber wê jî doza kurd pêşde çûye.”
Fuad Husên ragihand ku eger hikûmeta nû pêk neyê wê çaxê kirîz çêdibe û îhtimala hilbijartinên pêşwext heye û wiha axivî: “Eger hilbijartinek din bê kirin AKP dê zêdetir zirarên bike. Lê gelo HDP dê bikaribe dengên xwe biparêze yan na.”
HDPê di hilbijartinên 7ê vê mehê yên Tirkiyê de %13.1ê dengan bidest anîbû û derbasî parlamentoyê bibû.
Rudaw
