Kurd di Kongreya Qahîreyê de hevdeng û yekhelwest bûn
Kongreya Qahîre duhî karûbarên xwe, bi avakirina komîteyekê bi navê komîteya kongireya Qahîre ji bo çasreseriya siyasî, darijandina nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyê û belgeya projeya peymannameya niştimanî, bidawî hat.
Di konfranseke rojnamevaniyê de, beşdarên kongreyê tekezî li ser giringiya çareserkirina krîza Sûriyê bi şêweyekî siyasî li ser bingeha xalên daxuyaniya Cenêv1 kirin.
Endamê Şepêla Sûriyaya Azad, Fîras El-Xalidî ragihand: “Kongreyê hin belgeyên siyasî yên girîng derkirin, weke nexşerêya siyasî ku weke belgeyeke lêveger ji bo çareseriya siyasî hatiye pejirandin, ku hinek gavên cîbicîkar li xwe digre ku armanca wan cîbicîkirina xalên daxuyaniya Cenêv1 e.”
Li gorî beşdarên kongreyê, ev belge wê bibin destpêkek ji bo hewlên çareseriya siyasî.
Fîras el-Xalidî Endamê wiha got: “Ev belgeyên ku derketine destpêka karekî niştimanî bikomel e, em hêvî dikin ku vî karî pêşbixin da ku hewlên çareseriya siyasî li Sûriyê li ser bingeha xalên daxuyaniya Cenêvê çalak bike.”
Endamekî Hevpeymaniya dijbereya Sûriyê ku li kongreyê beşdar bibû, bi tundî êrişî Îranê kir û got êdî Îran bi fermî Sûriya dagîr kiriye.
Roja Duşemê, 8ê vê mehê kongreya Qahîre ya dijbereya Sûriyê bi beşdarbûna nêzîkî 200 kesayetiyên aliyên cuda yên dijbereyê dest bi karê xwekiribû.
Di nav beşdaran de, nêzîkî 30 kesayetiyên kurd ji aliyên siyasî yên cuda ji Rojavayê Kurdistanê hebûn û çavkaniyeke beşdar li kongreyê ji Rûdawê re da zanîn ku kurd di kongreyê de hevdeng û yekhelwest bûn.
